Partî u saziyên almanî, fransî, îtalî, albanî, elewî, erebî, kurdî, portogîzi, slowenî, kroatî, sirbî, spanî, tamilî u tirkî biryar girtine, bi hev re li dijî vê înîsiyativa dijmirovî û taluke têbikoşin. Ev belavok bi 11 zimanan heye. Yên bixwazin dikarin ji Partiya Sosîalist a Swîsr bipirsin.

Automatîzma dijmirovî ji bo mayîna 2 miliyon kesî li Swîsre dibe talûke

înîsiyatîva ji bo pêkanînê dibe talûke ji bo ­2 milyon beyaniyên ku li Swîsre dijîn û kar dikin lê belê ne xwedî pasaporta Swisrî ne. Bi me-besta tewne kirink herî biçuk, wê bi rengekî automatik ji Swîsra were avêtin. Di vê rewşê de mirovên beyanî, neslê dûyemîn ji di bin talukê de ne. Ji bo rewşên wisa, qanûna pêkanînê ya li parlemenê hate pejirandin, kelemeke. Lewma înîsiyatifa Pêkanînê red bikin.

Sextekariya etîketkirina bi rêbazên qurnaz

înîsiyativa Pêkanînê alîkarî dide ji bo ku biryarên kevin, zu werin bi cih anîn. Lê belê ev bi temamî sextekari ye. Inîsiyativa Pêkanînê, qanûna berê ji bo avêtina ji Swîsre, gelekî li pey xwe dihêle û jê dijwartire. Inîsiyativ bi temamî qanûna berê ya ji bo terikandina Swîsre, bi rengekî gelekî tuj bi cih tîne.

Guhnedaneke talûke ji aliye welatên serwer ve

Inîsiyativa Pêkanînê mafên bingehîn ên destûra bingehin a Swîsre binpê dikin (qanûna Konvensiyona Mafê Mirovan û Peymana karkirin û mayîna li Swîsre). Inîsiyatîf xwe dixe şuna qanunçêkeran û mehkemeyan. Ew xwe dixe dewsa hemû nirxandin û pîvanan. Lewma prensîpa şîddetê du qat tê binpêkirin. Qebûlkirina înîsiyativê dibe sedema derketina pirsgirêkan di sîstemê de, di peywira qanûn, nîzam û sîstema me ya polîtîkî de. 

Xirakirina têkiliyên ê rêk û pêk bi Yekîtiya Ewrûpayê re

Li gorî parlamena Swîsre bi qebûlkirina Inîsiyativê­ re salê 10 hezar kes neçar dimînin bi awayekî automatîk bê ku rewşa wan were lêkolînkirin, ji Swîsre werin avêtin. Ev te wê maneyê ku Swîsre wê salê bi hezaran cara Peymana karkirin û mayîna li vî welatî, binpê bike. Qebûlkirina ve Inîsiyativê we bibe sedem ku di destura bingehîn a Swîsre de qanûneke din were bicih û teyîdkirin, ku ev ji wê bibe sedema xirakirina têkiliyên Swîsre li gel Yekîtiya Ewrûpayê re.    

Welatiyên Swîsre yên diçin derveyi welat dikarin bikevin bi tesire

Di salên dawî de, bi qasî miliyonek mirov bune himwelatiye Swîsrî. Li derdora 880 hezar welatiyên Swisre li welateki din bune xwediyê nasnamak din. Eger kesên wisa tevlî dengdanê bibin, hingê ev inîsiyativ wê neyê qebulkirin. Na ji bo înîsiyativa Pêkanîne ya dijmirovî, mumkune, bi tenê dema ku em dengê xwe bikarbinin.

Em alîkariyê ji we dixwazin

Partiya Sosîalîst koçberan ji bo wekheviya hemu koçberên  di qadên siyasî, aborî, ­civakî û çandî de. Em mafê wekhevî û tevlîbuna jiyana siyasî ya hemê koçberan ­dixwazin. Em li dijî hemu binpêkirina mafane û em bi partî, sazî u kesên koçber re gelekî nêz dixebitin. Hûn jî alikariya pera bidin Partiya Sosîalîst koçberan.

23. déc 2015